Mesrûr Barzanî:Civîna me ya li gel şandeya bilind a Amerîkayê berhemdar bû
Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî di rûpela xwe ya fermî ya Tiwîterê de nivîsandibû ku, civîna wan ligel şandeke bilind bi serperiştiya fermandarê fermandariya navendî ya artêşa Amerîkayê li rojhilata navîn Joseph Dunford derbarê pêşveçûnên operasyona li dijî DAIŞê û pilana nû ya şikestina wê rêxistinê berhemdar bû.
Îro Sêşemê Şêwirmendê serokê Amerîkayê Jared Kushner û fermandarê fermandariya navendî ya artêşa Amerîkayê li rojhilata navîn Joseph Dunford giheştine herêma Kurdistanê û li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hejmareke berpirsên bilind ên Herêmê civiyan.
Basnews
