Erdogan: Bi çi rengan gotina dibêje Kerkûk ya Kurdaye qebûl nakin
Di çarçovê mîtînga referandoma destûrê nû da li bajarê Zonguldakê, Receb Tayîb Erdogan got: bilind kirina her alayekê ji bilî Alayê Îraqê li Kerkûkê, şaşîyek mezine û gav havêtine berbi parçebûnê ye, lewra pêwîste hikûmeta herêmê, her zû ji şaşîya xwe paşvegere, berovajî dê peywendîyên xwe yên digel Tirkîyê, ji dest bide.
Erdogan da zanîn jî: ew bi çi rengan gotina dibêje Kerkûk ya Kurdane qebûl nakin, ji berku Kerkûk bajarê Kurd û Turkuman û Ereb û hemû alîyane û ev gavên tak alîyane, dê bacên giran li dûv xwe bîne.
War.tv
