• Sunday, 22 February 2026
logo

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryara encamdana referandûmê da

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryara encamdana referandûmê da
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro bo pirsa referandûmê û biryara Parlementoya Iraqê ya derbarê daxistina Ala Kurdistanê ji ser dam û dezgehên wî bajar civiya û bi piraniya dengan biryara Parlementoya Iraqê red kir û bi piraniya dengan jî biryara encamdana referandûmê li parêzgeha Kerkûkê pesend kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, ku referandûmê li wê parêzgehê encam bide.

Di destpêka civînê de, Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekatet Rêbwar Talebanî rexne li wan kesan girt, ku derbarê biryara yasayî û destûrî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de dijminatiya xwe nîşan dabûn û biryar Parlementoya Iraqê bi tundî rexne kir û bi ne destûrî binav kir.

Di civînê de, wek civîna berê ya wê encûmenê, beşek mezin ji endamên Ereb û Tirkmen amade nebûn. Di vê derbarê de Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet ragihand, li gor peyrewa navxweyî, amadenebûna hin civînan yek li dû yekî bê hincet dibe lêpirsîn ji wan bê kirin û got: “Biryara referandûmê û her pirs û biryareke girîng ku girêdayî ye bi çarenivîsa vî bajarê ve be, pêwîst e ew di xema bajarê xwe de bin û li vir guftûgo li ser bikin, ji ber ku yekalîkirina mada 140 û biryardan li ser pirsa firotina petrolê, ji erkê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ye.”

Di civînê de, hejmarek ji endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê derbarê ne yasayîbûna biryara Perlementoya Iraqê de guftûgo kirin û gotin: “Ne desthilata parlementoyê ye, biryara rêveberiya parêzgehan hilweşîne.”

Herwiha derbarê qonaxa cibicîkirina mada 140 û encamdana referandûmê li parêzgeha Kerkûkê de guftûgo kirin û tevî destûrbûna encamdana referandûmê li gor mada 140 û pêwîstbûna encamdana referandûmê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve, lê ew pirs dan ber dengdanê û bi piraniya dengan biryara encamdana referandûmê li parêzgeha Kerkûkê dan û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin, referandûnê encam bide.

Piştre Serokê Encûmena Kerkûkê bi wekalet ligel hejmareke mezin ji endamên wê encûmenê konferanseke rojnamevanî lidar xistin û biryara Parlementoya Iraqê ya daxistina Ala Kurdistanê ji ser dam û desgehên hikûmî red kirin.

Her di wê konferansê de, dilgiraniya xwe derbarê siyaseta hikmeta Iraqê û serdemên çendîn serokwezîrên berê de derbarê encamdana referandûmê û çareserkirina pirsgirêkên wê parêzgehê de derbirî û biryara îro ya wê encûmenê wek dawî peyam ji Hikûmeta Iraqê ya Federalî re binav kir, da ku careke din wê pirsê bipaş nexe.

K24
Top