Elî Bapîr: Em sedî sed bi referanduma serxwebûnê re ne
Şanda hevbeş a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) roja duşemiyê ji bo gotûbêjkirina mijara referanduma serxwebûna Kurdistanê serdana çend aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin.
Şanda hevbeş a PDKê û YNKê piştî encamdana civînên bi Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) û Partiya Şîyoî ya Kurdistanê (Komonîst) serdana Komela Îslamiya Kurdistanê jî kir û bi serokê wê partiyê Elî Bapîr re civiya.
Piştî hevdîtinê, konfranseke rojnamevanî hat lidarxistin û têde Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr û Kargêrê Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar li ser mijarên civînê û mijarên germ ên rojeva Herêma Kurdistanê axivîn.
Elî Bapîr di vê konfransa rojnamevanî de radighine, ew weke Komela Îslamiya Kurdistanê, sedî sed bi lidarxistina referanduma serxwebûnê re ne û tekez kir, ku pêwîstiya referandumê bi bingeheke baş heye.
Bapîr got, îro şanda hevbeş a YNK û PDKê bo gotobêjkirina mijarên referanduma bo serxwebûna Herêma Kurdistanê, li gel çend aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiyan û di vê çarçoveyê de serdana partiya Komela Îslamî jî kirin.
Bapîr herwiha da xuyakirin, divê saziyên Herêma Kurdistanê yên weke parlamentoyê bêne çalakkirin.
Mela Bextiyar: Giştpirsî tenê ne taybete bi YNKê û PDKê
Her di heman konfransa rojnamevaniyê de, Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar diyar kir, dosyaya referandumê tenê ne taybet e bi YNKê û PDKê û ew biryara dawîn li ser vê mijarê nadin.
Mela Bextiyar herwha got, encamdana referandumê li ser hesabê bernameyên aliyên siyasî nîne.
Duh yekşemî polîtboruyên PDKê û YNKê li Hewlêrê bi serokatiya Mesûd Barzanî civiyabûn û biryar li ser lidarxistina referanduma serxwebûnê di sala 2017ê de dabûn.
Rudaw
