Serokê Parlamentoya Iraqê derbarê Kerkûkê de soz da kurdan
Berdevkê Freaksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Şivan Dawûdî ji Rûdawê re ragihand; “Li ser soza Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî, me biryar daye beşdarî rûniştinên parlamentoyê bibin.”
Roja yekşemê 02-04-2017, ji ber temamnebûna rêjeya yasayî ya endamên parlamentoyê, rûniştina Parlamentoya Iraqê hate paşxistin.
Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî serdana aliyên kurdî kir û soz da ku heta freaksiyonên parlamentoyê bigihin rêkeftineke hevbeş, biryara derbarê bilidnkirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê de neyê cîbicîkirin.
Şivan Dawûdî di vê derbarê de got, ku ew ji bo nerazîbûna li hember vê biryarê beşdarî rûniştinan nebûne.
Dawûdî got; “Beşdarnebûna hemû aliyên kurdî ya rûniştina parlamentoyê peyameke baş bû ji bo hemû aliyan. Ez hêvî dikim ji bo karên paşerojê jî helwesteke me yê hevpar hebe.”
Roja 28ê Adarê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar da, ku li tevahî sazî û dezgehên Kerkûkê Ala Kurdistanê were bilindkirin.
Roja 1ê Nîsanê jî Parlamentoya Iraqê ev biryar red kir û biryar da, ku nabe li Kerkûkê ji bilî Ala Iraqê ti aleke din bê daliqandin. Li ser vê biryarê partiyên kurd rûniştina parlamentoyê boykot kirin.
Biryar e îro 03-04-2017demjimêr 01:00ê nîvro Parlamentoya Iraqê li ser mijara lêpirsîna derbarê Wez+irê Tendurustiyê Edîle Mehmûd bicive û tê pêşbînîkirin parlamenterên kurd jî beşdarî rûniştinê bibin.
Rudaw
