• Sunday, 22 February 2026
logo

Tariq Herib:Di dîroka Palamentoya Iraqê de yekem car Şîe û Sûne li hev dikin

Tariq Herib:Di dîroka Palamentoya Iraqê de yekem car Şîe û Sûne li hev dikin
Yasenasê Iraqî Tariq Herib ragehand ku, di dîroka Palamentoyên Erebî de yekem car Şîe û Sûne di proseya dengdanê de bi yek dengî û bi belê deng didin.

Yasenasê Iraqî Tariq Herib derbarê biryara Parlamentoya Iraqê derbarê ragirtina alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî li Parêzgeha Kerkûkê ragehand ku, di dîroka parlamentoya Iraqê de yekem car parlamenterên Şîe li gel yên Sûne bi hev re dibêjin belê.

Herwiha aşkere kir di wê rûniştinê de nîsabê yasayî yê endama temam bûn û ew pirsgirêk bi wî awayî nayê çareserkirin û baştirbû ku, pabendî yasa û destûrê bin..

Duh, 1ê Nîsanê 2017ê Parlamentoya Iraqê deng li ser ragirtina alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî yê Parêzgeha Kerkûkê dan û berî wê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê deng li ser dabû ku, alaya Kurdistanê li tenişt ya Iraqê were bilindkirin.

Li gor daxuyaniya parlamentar Eşwaq Caf piştî, paykotkirina hemû parlamenterê Kurd ji civîna parlamentoya Iraqê re, Serokê Parlamentoyê ligel serokê firakisyona Kurdistanî lihevkirin ku, sibe wê biryara parlamentoyê hilweşînin.

Basnews
Top