Parlementerekî CHP: cihê ku çek lê hebin siyaset nabe
Parlementerê Partiya Komarî ya Gel (CHP)’ê yê Mêrsînê û Wezîrê Çandê yê berê Fîkrî Saglar, di çarçoveya xebatên referandûmê de serdana Diyarbekirê kir.
Saglar bo K24’ê li ser çareserkirina meseleya Kurd li Tirkiyeyê nirxandin kirin û got; “Em piştgiriya çareseriyeke çekdarî nakin. Cihê ku çek lê hebe, siyaset û azadî lê nabe. Em dibêjin divê pirsa Kurd bi demokrasiyê were çareserkirin. Divê ji bo çareseriyê bi nûnerên gel re hevdîtin were kirin û cihê nûnerên gel jî parlemento ye.”
K24
