• Sunday, 22 February 2026
logo

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê:Em biryara Palamentoya Iraqê cîbecî nakin

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê:Em biryara Palamentoya Iraqê cîbecî nakin
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî derbarê redkirina bilindkirina alaya Kurdistanê li Parêzgeha Kerkûkê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve ragehand ku, biryar li dijî tewafiqa siyasî ye û ew wê birayrê cîbecînakin.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî tekez kir ku, mihale alaya Kurdistanê li Kerkûkê were xwar,ji ber ku, bilindkirina wê yasayî û destûriye û hemû pêkhatiyên Kerkûkê deng li ser bilindkirina wê dane.

Talebanî rexne li Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî kir û got ku, bêalîya xwe ji destdaye, da zanîn ku, bê, danûstandin li ser were kirin bi awayeke ne yasayî ew biryar xistin dengdanê. Ji aliyê xwe ve Endamê parlamentoya Iraqê li firakisyona Kurdistanîyan Şaxwan Ebdula ji BasNewsê re ragehand ku, ti hêzek nikare alaya Kurdistanê li Kerkûkê daxê.

Basnews
Top