• Sunday, 22 February 2026
logo

Rûsya bersiva Tirkiyê da: Divê Kurd di hemû proseyan de hebin

Rûsya bersiva Tirkiyê da: Divê Kurd di hemû proseyan de hebin
Wezareta Derve ya Rûsyayê li hember tewanbariya rêvberiya Tirkiyê de ku ragihandibû divê Moskow li dijî terorîstan, hevkarî bi terorîstên din re neke, got, balkêş e ku Tirkiye behsa xirabiya hevkariya bi terorîstan re dike. Pisporekî Rûs jî da xuyakirin, ku ne Moskow û ne jî Washington hêzên Kurdî weke metirsî nabînin.

Berdevka Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê Marîya Zaxarova îro di bersiva pirsyareke Tora Medyayî ya Rûdawê de got, balkêş e ku aliyê Tirkiyê behsa xirabiya hevkariya li gel terorîstan dike.

Mariya Zaxarova ragihand: “Rêveberiya Rûsyayê çendîn caran tekez kiriye ku pêwîst e hêz û bizavên kurdî, di hemû proseyan de beşdariyê bikin. Ji ber ku ew, li ser erdê xwedî roleke pir çalakin. Û ew hêz, ew bizav û ew partiyên siyasî nûnertiya gelekî pirhejmar dikin. Ew jî xwedî berjewendiyên xwe ne, û di gelek pirsên navneteweyî de jî, roleke giring dilîzin.”

Aşkere ye, ku mijara gotinê hevkariya Rûsyayê li gel PYD û YPG êye. Û Zaxarova da zanîn ku rêveberiya Rûsyayê van rêxistinên kurdî wek hêzên giring ên di şerê dijî terorê de dibîne.

Serokomarê Tirkiyeyê di serdana xwe ya dawîn a bo Moskowê de jî mijara PYD anîbû rojevê, lê ji aliyê rûsî ve bersiveke misoger wernegitibû.

Pisporê Rûs dibêje, ne Moskow û ne jî Waşington kurdan wek metirsî nabînin û pêwîst e Enqerê jî ji hêlên xwe yên sor tawîzan bide.

Hevkakriya Moskowê bi YPGê re hevsengiya hêzan û rêbazên lîstikê li herêmê ji guherandiye û ew yek jî bi xwe re dirêjbûna proseya çareseriya sîyasî tîne. Her ji ber vê yekê ye, ku piraniya çavdêr ji encamên gotûbêjên Cenev-5 jî ne geşbînin.

Pisporê Rûs ê di warê Sûriye û Tirkiyeyê de Andrey Çûprigîn di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re dibêje: “Di rastiyê de, qaşo bidawîbûna operasyona Mertala Firatê nîşan da, ku armanca Tirkiyê ne şerê li dijê terorê, lê şerê dijî kurdan e. Û Tirkiye li ber sînorên xwe, kurdan wek metirsî dibîne. Lê Rûsya wisa nabîne, û Amerîka jî wisa nabîne. Weke ez tê digihîjim, li ser pirsa kurdî êdî xebateke hevbeş a di navbera Rûsya û Amerîkayê de tê meşandin. Erdoxan nikare dijî vê yekê derbikeve. Lewma jî, diyar e ku ew neçar bimîne ku ji pêgeha xwe hin tawîzan bide.”

Rudaw
Top