Serokê Partîya Sosyalîsta Kurdistanê Mesût Tek: Hebûna PKKê ya li Şengalê nayê qebûlkirin
Berîya bi hefteyekê we serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Piştî serdana we ya digel Serok Barzanî, malpera Serokatîya Kurdistanê daxuyand ku rewşa siyasî ya kurdî li Bakur û geşedanên dawî yên siyasî hatine gotûbêjkirin. Di rojeva we de çi hebû?
Me behsa çareserîya pirsa kurdî li Bakur, referandûma serokatîya ya li Tirkîyeyê, giştpirsîya serxwebûnê ya başûrê Kurdistanê kir. Me rewşa Rojhilata Navîn û rewşa Sûrîyê gotûbêj kir. Me behsa rewşa kurdan û çareserîyên pirsa kurdî kir.
Serok Mesûd Barzanî berîya bê Tirkîyeyê ragihandibû ku bo çareserîya pirsa kurdî li Bakur, divê Sellahatin Demirtaş û parlementerên HDPê bên berdan. Herwiha li Enqerê digel serokwezîr û serokkomarê Tirkîyeyê û Ahmet Türk û Sırrı Sakık civiyabû. Di nêzîk de mimkun e prosesa çareserîyê dîsa dest pê bike?
Berîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî here Ewropa û bê Tirkîyeyê me daxwaza gotûbêj û civînê kiribû. Wê demê ji me re hat gotin ku Serok Mesûd Barzanî meşxûl e, piştî ku ji Tirkîyeyê vegerîya em çûn serdana wî. Di hevdîtina me de dê rewşa PKKê çi be, rewşa HDPê çi be, em li ser van meseleyan neaxivîn. Serbestberdana Sellahattin Demirtaş ne di rojeva me de bû.
Serokatîya Herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Mam Celal, her tim gotine: “Bo çareserîya pirsa kurdî em amade ne alîkarîyê bikin.” Her tim xwestine pirsa kurdî bi rêya dîyalogê bê çareser kirin. Berê jî navbeynkarî kirine. Eger alîyên din hazir nebin, eger dewlet hazir nebe, eger AKP û hikûmet hazir nebe, eger PKK hazir nebe bi daxwaza Serokatîya Herêma Kurdistanê mesele çareser nabe û prose dest pê nake. Divê her du alî hazir bin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rewşa Tirkîyeyê û siyaseta hikûmeta Tirkîyeyê baş dixwîne. Dema her du alî jî amade bûn, ez wisa bawer dikim dê Serok Mesûd Barzanî texsîr neke û dê navbeynkarîyê û piştevanîya xwe aşkere bike. Aniha tiştekî wisa xuya nake.
“Ya ku PKK dike nayê qebûlkirin. Li ti deverê nayê qebûlkirin. Divê PKK dev ji wê siyaseta xwe ya çewt û xeternak berde. Egr PKK serwerîya Herêma Kurdistanê binpê bike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê mecbûr e serwerîya xwe biparêze, mecbûr e millet biparêze; ji ber wê çendê daxwaze me ew e, daxwaza hemû alîyên kurdistanî û hemû kurdên niştimanperwer ew e ku PKK demildest ji Şengalê derkeve.”
Ez dixwazim bêm ser meseleya Şengalê, kiryarên PKKê yên li dijî Herêma Kurdistanê bûne cihê nîgeranîyê. Tu kiryarên PKKê yên li Şengalê çawa şîrove dikî?
Ne tenê, hêzên PKK û YBŞê ku PKKê nav li wan danîye, hemû hêzên ne fermî yên li Şengalê divê ji Şengal û herêma xala 140î derkevin ku ew di destûra Iraqê de weke herêma nakok cî digirin. Divê rêzê ji serwerîya Herêma Kurdistanê re bigirin û li gor biryarên Herêma Kurdistanê rabûn û rûnên. Ya ku PKK dike nayê qebûlkirin. Li ti deverê nayê qebûlkirin. Divê PKK dev ji wê siyaseta xwe ya çewt û xeternak berde. Egr PKK serwerîya Herêma Kurdistanê binpê bike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê mecbûr e serwerîya xwe biparêze, mecbûr e millet biparêze; ji ber wê çendê daxwaze me ew e, daxwaza hemû alîyên kurdistanî û hemû kurdên niştimanperwer ew e ku PKK demildest ji Şengalê derkeve.
Ew tiştê PKK bo dewleta Sûrîyê dike bila nêvîyê wê jî bo Herêma Kurdistanê bike, bila daxwazên Herêma Kurdistan qebûl bike. Hêzên xwe ji wir vekişîne, eger na bila bikeve bin emrê Wezareta Herêma Kurdistanê. Mixabin siyaseta xwe sepandinê ya PKKê li Sûrîyê û Iraqê dibe sedema bûyerên nexweş ku kurd ti carî naxwazin ew pêk wêrîn.
Li alîyê din jî em dibînin ku PYD û alîgirên wê li rojavayê Kurdistanê êrîşî nivîsgehên ENKSê dikin û nûnerên ENKSê zindanî dikin. Tu êrîşên li ser ENKSê çawa şîrove dikî?
Ez bêjim ev paradoks e û ne tiştekî rast e. Derdora siyasî ya PKKê û HDP ji kiryarên dewletê aciz in. Ev heqê wan e. Dewleta Tirkîyeyê nexwestîyê kurd xebatên siyasî û medenî bikin, dewletê pêşîya xebata aştîyê û xebata siyasetê girtiye. Îro jî ev siyaseta dewletê berdewam dike. Nûnerên HDPê di zindanê de ne, şaredarên DBPê di zindanê de ne. Gelek rêveberên HDPê di zindanan de ne. Gelek alîgirên HDPê hatine girtin. Ev tiştên dewlet li Bakur dike, PYD, YPG an jî TEV -DEM li rojavayê Kurdistanê dikin. Kiryarên ne demokratîk xweferzkirin û xwesepandin nayê qebûl kirin.
PKK - PYD gelekî rêz û îhtiramê ji komên çepên tirk, çepên ereb, eşîrên ereb digire; ev tiştekî baş e, em nabêjin tiştekî xirab e. Lêbelê divê rêz û hurmetê li birayên xwe yên başûrê Kurdistanê jî bigirin, rêz û îhtiramê li birayên xwe yên rojavayê Kurdistanê jî bigirin. Rêz û hurmetê li ENKSê jî bigrin, rêz û îhtiram li Partîya Pêşverû jî bigire. Rêzê li ronakabîr û nivîskarên rojavayê Kurdistanê jî bigire. Wê demê em ê bawer bikin YPG - PYD rêxistinên demokrat in û demokrasîyê bo hemû kesî dixwazin. PKK û derdora PKK – YPGê wisa xuya dike ku demokrasîyê bi tenê ji xwe re dixwazin. Dixwazin pêşîya wan xebatan bigirin ku ne bi ser wan ve ne. Vê nimûneyê li Rojavayê Kurdistanê em dibînin. Gelek partî û rêxistinên kurdî ketine ber êrîşên PYDê û asayîşa wan, endamên wan hatine girtin û xebatên wan hatine astengkirin. Ev tişteke ku li dijî demokrasîyê ye. Îmaja rojavayê Kurdistanê xirab dike. Kiryarên şaş in û ne di cî de ne. Zirarê didin kurdan.
Çima nabin xwedî yek helwest, destkeftî û berjewendîyên Herêma Kurdistanê naparêzin?
Gelek sedem hene û meseleyên kûr in. Ez naxwazim bêjim bila ew mesele aniha bimînin. Lê ez dixwazim vê yeke jî bêjim. Destên ji derve tên hene, destên dewletên cîran bûne sedem ku partîyên başûrê Kurdistanê yekhelwest nebin. Li dijî hev rawestin.
Gelo nabe partîyên parçeyên din ên siyasî, peyam û bangên aramîyê û normalîzekirina siyasî li wan bikin?
Em bi tenê dikarin daxwazê li wan bikin ku berjewendîyên kurdan biparêzin. Em dikarin zextê li PKKê bikin ku dev ji wan kiryarên xwe berde. Kiryarên PKKê ne rast in. Em dikarin zextê li partîyên başûrê Kurdistanê bikin ku berjewendîyên kurdan biparêzin. Zextên me ne zor in û ne tûndî ne, zextên me jî divê dostane bin û aqilane bin. Sibehê DAIŞ têk diçe, tiştên din çêdibin, Haşdî Şabî heye metirsîdar in. Em dikarin wê bêjin, ew hêzên li navçeyê li herêmê hene li dijî kurdan in li dijî destkeftîyên kurdan in.
Destkeftên Herêma Kurdistanê ne destkeftên PDKê ne. Ev destkeftîya hemû alîyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye. Divê parastina van hemû destkeftîyan jî bi hev re be. Helbet hinek problem di navbera PDKê û PKKê de hene, problem di navbera PDKê û Tevgera Goranê de hene, problem di navbera PDKê û YNKê de hene, problem di navbera Goran û YNKê de hene. Lê divê ew problem rê li ber parastina berjewendîyên kurdan negirin. Divê ew pêk ve xebateke hevbeş bikin û bo Herêma Kurdistanê kar bikin.
“PKK - PYD gelekî rêz û îhtiramê li komên çepên tirk, çepên ereb, eşîrên ereb digire; ev tiştekî baş e, em nabêjin tiştekî xirab e. Lêbelê divê rêz û hurmetê li birayên xwe yên başûrê Kurdistanê jî bigirin, rêz û îhtiramê li birayên xwe yên rojavayê Kurdistanê jî bigirin.”
Divê hemû partîyên Kurdistanê yekdeng bin
Amaje li ser wê çendê hene ku ji ber pêwendîyên PDK - PKKê siyaseta kurdan xetimiye û bûyerên aniha jî ji ber wê yekê rû didin. Tu li ser vê yekê çi difikirî?
Na ez vê weke meseleya PKKê û PDKê nabînim. Ev meseleya Herêma Kurdistanê û PKKê ye. Yanî ev meseleya YNKê, meseleya Komala ye, meseleya Yekgirtû ye, meseleya Tevgera Goranê ye. Divê helwestên hemû partîyên Kurdistanê yek bin. Ji ber ew di hikûmetê de cih digrin û hevbeş in. Niha, YNK, Goran, Komala, Yekgirtû û PDK hemû alîyên siyasî hindek kêm hindek zêde di nava hikûmetê de cî digirin. Madem wisa ye û muşterek in wê demê divê ew yekhelwest bin. Lê ew yekdeng û yek helwêst nînin. Divê ew navmala xwe rêk bixin, partîyên di nava hikûmetê de ne li hev kom bibin.
Hinek partî wisa tevdigerin ku ew ne di nava hikûmetê de ne. Hindek partî jî wisa tevdigerin tu dibêjî qey ne li Herêma Kurdistanê ne. Wisa tevdigerin ku ev problemên PDKê û PKKê ne. Na, ne wisa ye û di bawerîya min de ew helwesta wan jî ne rast e.
Basnwes
