• Sunday, 22 February 2026
logo

ÇARENİVÎSA KERKÛKÊ – PDK referandûmê YNK hilbijartinê dixwaze

Gulan Media March 14, 2017 Nûçe
ÇARENİVÎSA KERKÛKÊ – PDK referandûmê YNK hilbijartinê dixwaze
Piştî, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 5emîn Dîdara Silêmaniyê de derbarê herêmên nakok ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de pêşniyara rêveberiyeke hevbeş kir, çarenivîsa Kerkûkê careke din bû mijara gotûbêjan.

Berpirsên PDKê di wê baweriyê de ne, ku ev pêşniyar peyameke ji bo serokwezîrê berî Nûrî Malîkî û pêwîste li herêmên nakok referandûm bê kirin. Lê berpirsên YNKê jî dibêjin divê hilbijartin bên kirin.

Hefteya derbasbûyî di 5emîn Dîdara Silêmaniyê ya li Zanîngeha Amerîkî de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî peyameke nû pêşkeşê serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê kir û derbarê navçeyên nakok de got; “Emê navçeyên nakok bikin navçeyên rêkeftinê.”

"Peyameke bo Malîkî"

Parlamenterê PDKê yê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah di wê nêrînê de ye, ku ev gotinên Ebadî ji bo Nûrî Malîkî peyameke, ku dixwaze di mijara navçeyên nakok de pirsgirêkan derbixe.

Şaxewan Ebdullah ku parlamenterê Kerkûkê ye dibêje; “Ebadî baş dizane, ku piştî rêkeftina 17ê Cotmeha 2016ê ya ku bi amadebûna amerîkiyan ligel Barzanî kiriye, pêşmerge ji herêmên hatine kontrolkirin venakişe. Lê naxwaze ji ber rayagiştî ya Iraqê vê yekê eşkere bike.”

Ebdulllah amaje bi bêhêvîbûna hikûmeta Iraqê ya ji van navçeyan dike û dibêje; “Ebadî baş dizane êdî careke din rewş û rêveberiya wanb navçeyan nabe weke ya beriya sala 2014ê. Lewma jî ji bo ji nûve avakirina van navçeyan ti gav neavêtine û ti bûdceyek terxan nekirine. Niha jî daxwaz dike, ku ev herêm bi hevbeşî bên birêvebirin.”

Bi nêrîna vî parlamenterê PDKê, ji bo van herêman rêya çareseriya herî baş,” bi amadebûna hêzekî navdewletî, bi referandûmê diyarkirina biryara çarenivîsa van herêma man e.”

Yekgirtû: Kurd ji bo danûstandinan ne amade ye

Serokê Koma Yekgirtûya Îslamî Mûsenna Emîn jî di wê baweriyê de ye, ku ji bo danûstandina li ser herêmên nakok, kurd ne made ne.

Emîn dibêje; “Di vê mijarê de nêrîna aliyên kurdî ji hev dûr e. Divê kurd yekemîn car navmala xwe birêbixin. Paşî ligel Bexdayê danûstandinan bikin. Eger siyaseta Silêmanî û Hewlêrê ji hev cuda be, ti tişt nakeve destê kurdan.”

Mûsenna Emîn jî di wê baweriyê de ku Ebadî dixwaze tope bavêje qada aliyên Kurdistanî û bêje; “Ez ji bo danûstandinan amade me lê hûn di nav xwe de nakok in.”

YNK: Çareserî hilbijartine

Bi nêrîna Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî rêya çareseriyê hilbijartine û pêwîste ev herêm jî beşdarî hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê bibin. Herwiha kotaya netewe û pêkhateyên wan navçeyan jî bên diyarkirin.

Parlamenterê YNKê Goran Azad di vê mijarê de diyar dike; “Ew navçeyên ku li gorî destûra Iraqê bi nakok in, ji aliyê pêşmerge ve tên parastin û petrola wan jî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê firotin. Ev jî tê wê wateyê ku ji aliyê serbazî û aborî ve ev herêm di bin kontrola kurdan de ye. Wate ji aliyê siyasî ve jî mafê me heye, ku madeya 140 bi temamî cîbicî bikin.”

Parlamenterê Tevgera Goran Emîn Bekir jî diyar dike, ku niha ji bo yekalîkirina çarenivîsa herêmên nakok dema herî guncayî ye.

Emîn Bekir di vê derbarê de dibêje; “Bi rêya yasayî niha dema herî guncayî ye. Pêwîste piştrast bikin ku dê mafê gelên van navçeyan bên parastin, bi taybetî jî yên erebên sunne, ku niha piraniya wan li Herêma Kurdistanê koçber in. Eger guvaşê nexin ser wan ew ne amadene vegerin herêmên xwe.”

Hatin û çûa şandan

Piştî ku şanda bilind a kurd di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de îlona 2016ê de serdana Bexdayê kir, du şandên bilind ên Bexdayê jî di Sibat û Adara îsal de serdana Hewlêrê kirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê di van serdan û hevdîtinan de mijarên serxwebûna Kurdistanê, peydakirina şêwazeke nû ya hikûmraniya Iraqa piştî DAIŞê, hatine gotûbêjkirin.

Barzanî di hevdîtina ligel şanda Rafîdeyn de roja 11/03/2017ê got; “Ti aliyek nikare sîxeyeke diyarkirî biser aliyên din de bisepîne.”

Divêya çarenivîsa herêmên nakok, beriya 10 salan li gorî madeya 140 a destûra Iraqê bihatana çareserkirin. Lê di heyama salekê ya hikûmraniya Îbrahîm Ceferî, 8 salên Nûrî Malîkî de nehatine çareserkirin. Lewma heta niha jî yek ji pirsgirêka sereka ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ev navçe ne.

Rudaw
Top