• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê kir

Gulan Media March 14, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê kir
dûşem 13.03.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina derfeta hevdîtinê û ji bo serkeftinên hêzên Pêşmerge û têkşikandina terorîstan jî pîrozbahiyê li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir. Her wiha ji bo cejna newrozê pîrozbahiyên xwe bi Serok Barzanî ragihand.

Li hevdîtinê de qonaxên operasyona azadkirina Musilê xistin ber behs û her du alî di derbarê qonaxa piştî Da'îş û gefên wê qonaxê û rola pêkhatan û Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha dabînkirina asayîş û çawayiya birêvebirina parêzgeha Nînowa bîr û ramanên xwe xistinrû û şanda mîhvan amadehiya rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya ji bo pêşkêşkirina hevkariyên li vî derbarî de derbirî.

Li vê civînê de şanda mîhvan hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li operasyona azadkirina Mûsilê bilind nirxand û bi sedema serekiya serkeftinên operasyonê û berdewambûna wê hemahengiyê bi pêwîst dane zanîn.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û rewşa emnî û siyasiya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.


Top