• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK hêz ji Sûriyê ve ber bi Şingalê ve tîne!

Gulan Media March 12, 2017 Nûçe
PKK hêz ji Sûriyê ve ber bi Şingalê ve tîne!
PKK hêz li Sûriyê ve ber bi bajarê Şingala başûrê Kurdistanê dibe.

Cîgirê fermandariya hêzên Pêşmerge li qeza Şingalê Emîd Simê Boselî ji BasNewsê re ragehand, PKK hêzeke zêde li navçeya Xanesorê komkiriye û çeper ava kirine, ku beşek ji wan ji Sûriyê hatine.

Emîd Simê Boselî ragehand, çekdarên PKKê li Şingalê gelek alozî û binpêkirinan pêktînin û divê bajar vala bikin.

Herwaha endamê encûmena bajarê Şingalê Xeyrî Xanesorî ji BasNewsê re ragehand, ji ber çekdarên ereb ên eşîretan ku di nav rêxistina terorîst a DAIŞê de bûn û naha çûne nav grubên PKKê hemwelatiyên navçeyê pir ditirsin.

Xeyrî Xanesorî amaje bi vê yekê jî kir, ew hemwelatiyên piştî rizgarkirina navçeyê vegeriyane, ji ber ji çekdarên PKKê ditirsin dubare carekedin koçber bûne û mal û halên xwe hêlane û çûne.

basnews
Top