Serokê şandeya Amerîka: Washington bo mafê çarenivîsa Kurdistanê dê alîkar be!
Serokê şandeya koleja Washington ê karûbarê leşkerî û ewlehiya Iraq û Îran û welatên kendavê Dr. Michael Naits di panela 5.mîn a li Silêmaniyê ji K24ê re ragehand: ‘’Bi aşkerayî mafê kurdan ê çarenivîsa xwe diyar kirinê heye. Pirs ewe çawa dikarin serbixwe bibin? Washington dixwaze li vê yekê piştrastbe ku gelo Kurdistan eger serbixwe be, çardewra wê bi neyaran girtî be dikare serbixwe bimîne? Ramana referandomê tiştekî başe û bi wê rêye ve emê piştrast bin ku kurd dixwazin serbixwe bin, Washington jî dê alîkar be û li gel Bexda û welatên herêmê jî dê gotûbêjê bike.’’
Derbarê muqayeseya doza gelê kurd a li gel doza Îsraîl jî got, em di hemû aliyan de piştrastin, xelkê herêma Kurdistanê, pir zêde hevalê Amerîka û rojavaye, lê cudayî di dosyaya Kurdistan û Îsraîl de heye, dijminên wan jî cuda ne. naha ew bihêztirin. Peyvendiyên Îsraîl û Amerîka heta astekê taybete, li Amerîka bi hezaran cihû hene ku li hikûmet û saziyên hikûmeta Amerîka de kar dikin. Lobiya di navbera her du aliyan pir bihêze. Bi piştrastî ve dibêjim Kurdistan hevalê herî baş ê Amerîkayê ye li Iraqê û temamê herêmê, lê peyvendî hindek cudayiyên xwe hene. Kengî me zanîn kurd yekgirtî ne, YNK û PDK hevgirtine, ev yek piştevaniyeke herî başe bo pirsa serxwebûnê.’’
Herwaha keyfxweşiya xwe bo pêşketina peyvendiyên di navbera YNKê û PDKê de anî ziman û hêviya rêkeftineke nû bê îmzakirinê bi lêv kir. Herwaha spasiya serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên hember DAIŞê jî kir.
Basnews
