• Sunday, 22 February 2026
logo

Yildirim: Rê nadin PKKê Qendîlek din li Şingalê ava bike

Yildirim: Rê nadin PKKê Qendîlek din li Şingalê ava bike
Serok wezîrên Tirkîyê li dor hebûna PKKê li Şingalê ragîhand; çaverê ne; Hewlêr û Bexda wê yekê çare bikin, eger na; ew dê rêkarên pêdvî bigrine ber.

Bînalî Yildirim ragîhand; îdara Hewlêrê û Bexda ew agehdar kirine, hebûna PKKê li Şingalê dê bi rêya pêşmerge û hêzên Îraqî çare bikin û ew çaverêyî wê yekê ne, eger na jî ew dê rêkarên pêdvî bigrin ber.

Yildirim di bernameyeka televizyonî da ragîhand; PKKê dixwaze Qendîleka din li Şingalê ava bike û got; rê bi wê yekê nadin û berî niha jî ragîhandîye, paqijkirina PKKê li wê deverê di rojeva Tirkîyê daye.

Yildirim got jî: îdara Hewlêrê û Bexda ew agehdar kirine ew dê wê babetê çare bikin, eger gavên pêwîst nehatin avêtin jî, ew dê rêkarên pêdvî bigrin ber.

War.tv
Top