• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê Amerîka li nameya xwe ya ji bo Serok Barzanî: Bi hevbeşî li ser astengan da zal dibîn

Serokê Amerîka li nameya xwe ya ji bo Serok Barzanî: Bi hevbeşî li ser astengan da zal dibîn
Donald Trump Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, li nameyek da ji bo birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser hevkarî û şeraketa di navbera her dû aliyan kiriye û ragihandiye ku bi hevbeşî dikarîn li ser astengan da zal bibîn.

Li vê nameyê da, Serokê Amerîka spasî Serok Barzanî kiriye ku di dema hilbijartinê da wekî Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, nameya pîrozbahiyê şandiye û tekez kiriye ku her çende gefên zêde li rêya me de hene, lê belê bi hevbeşî dikarîn li ser astengan da zal bîn û berjewendiyên xwe yên hevbeş biparêzîn û aştî û aramî û geşbûnê dabîn bikîn.

Top