‘Peyvendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê dikevin qonaxeke nû’
Piştî serdana Barzanî ya kongreya Munchenê, li wê derê hin hevdîtin li gel serokên dewlet û wezîrên welatan pêkanî û heman demê de serokê herêma Kurdistanê ji Tirkiyê re hate vexwandin û biryare destpêka heftiya bê Barzanî li Enqerê be û got: ‘’Di astên cuda de herêma Kurdistan û Tirkiye peyvendiyên wan hene, ji ber li gel Tirkiyê sînoreke berfireh û dirêj di navbera me û Tirkiyê de heye û mixabin gelek pirsgirêk li ser sînor heye, ji ber vê jî bo rakirina wan pirsgirêkan li ser rêya sînorê Kurdistanê û Tirkiyê bo bihêz kirina peyvendiyan yek ji gotûbêjên Barzanî û Tirkiyê ye. Bendevarî hene ku peyvendiyên herêma Kurdistanê û Tirkiyê bikeve qonaxeke nû de, bi taybet di asta peyvendiyên dîplomasî de û em li bendê ne ku encamê civînan xêr bigehîne herdu aliyan, ji ber ew peyvendî di hemû aliyan de gelek giring in.
Herwaha got: ‘’Berê desthilatdarên tirk, li cevherê siyaseta Barzanî û herêma Kurdistanê tênegeheştibûn, diyare hevdîtinên lez û rasterast li Barzanî hemû gumanên li gel Tirkiyê revandin. Niyeta serokê herêma Kurdistanê wisa kir ku rêveberiya Tirkiyê ne tenê ji wê helwêsta xwe dest lê berdin, herwaha kar bikin bo alîkarî û hemahengiyeke zêdetir li gel herêma Kurdistanê pêkbînin.’’
basnews
