• Sunday, 22 February 2026
logo

Frokxaneya Mûsilê bi temamî hat kontrol kirin

Gulan Media February 24, 2017 Nûçe
Frokxaneya Mûsilê bi temamî hat kontrol kirin
Polîsên federal û hêzên Swat yên Îraqê frokxaneya Mûsilê kontrol kirin, piştî îro serê sibê êrîşeka berfireh li ser kiribûn.

Li gorî zanyarîyên War, hêzên Îraqî çûne nav frokxaneya Mûsilê da û bi temamî kontrol kirine, niha jî kar li ser rakirina bomba û TNTyên Daişê dikin, dijî terorê jî ji alîyê başurê rojava ve çûne di serbazgeha Xezlanîyê da.

Lîwa Necim Ciborî fermandarê polîsên federal ragîhand; rizgar kirina frokxaneya Mûsilê dê operasyona rojava bi leztir bike.

Operasyona rojavayê Mûsilê di roja xwe ya çarê daye, di çarçovê wê da, zêdetir ji 20 gund û nawçe hatine kontrol kirin.

War.tv
Top