• Sunday, 22 February 2026
logo

Endameka serkirdayetîya Partî: Tirkîyê rêgirîyê li serxwebûna Kurdistanê nake

Gulan Media February 24, 2017 Nûçe
Endameka serkirdayetîya Partî: Tirkîyê rêgirîyê li serxwebûna Kurdistanê nake
Berpirsa mekteba lêkolînên Partî ragîhand; herêma Kurdistanê xwe ji bo serxwebûnê amade dike û Tirkîyê jî li hember wê pirsê nabe rêgir.

Çinar Sedi Ebdulla, endama serkirdayetî û berpirsa mekteba lêkolînên Partîya Demokrat ya Kurdistanê bo ajansa Anadol got: Tirkîyê welatekî giringe bo herêma Kurdistanê û serdana serokê herêmê jî, bo bihêzkirina peywendîyên sîyasî û aborî û kultûrî yên herdu alîyane û tê çaverêkirin Erdogan û Barzanî, çend pirsên giring derbarê herêmê û Îraqê gotûbêj bikin.

Got jî: niha Barzanî û herêma Kurdistanê bi giştî, bi aşkereyî behsa serxwebûna Kurdistanê dikin û Tirkîyê jî baş dizane ku nîyeta herêmê serxwebûne, lewra bi gotina wê, Tirkîyê nabe rêgira serxwebûna herêmê û çi pirsan jî bo herêmê çênake.

War.tv
Top