Îran daxwaza derkirina Tirkiyê ji Iraq û Sûriyê dike
Elî Ekber Wîlayetî di konferaseke rojnamgerî ya hevbeş ligel Seroka Parlementoya Sûriyê Hediye Ebas rexneyên tund li Tirkiyê girtin û got: “Tirkiye bê muhlet derbasî nava sînorê Iraq û Sûriyê, yan divê jê vekişe yan jî ji aliyê xelkê wan herdu welatan bê derkirin.”
Wîlayetî ku bi damêzrênerê siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê tê nasîn amaje bi wê dike ku plana Tirkiyê li Sûriyê biser neket.
Her di vê çarçovê de Wîlayetî got: “Berpirsên Tirkiyê dixwazin li biçin li mizgefta Omewî li Şamê nimêjê bikin, lê ev daxwaza wan biser neket û biser nakeve. Kesê ku li Sûriyê biser dikeve xelk û hikûmeta Sûeiyê ye.”
Seroka Parlementoya Sûriyê Hediye Ebas bo beşdariya di şeşemîn konferana piştgîriya li serhildana Felestînê li Îranê ye û ligel berpirsên wî welatî dicive.
Di dema borî de nêzîkbûnek di navbera Tirkiye û Îranê de derbarê civîna Astanayê ya bo krîza Sûriyê de çê bûbû û tenê daxuyaniyeke hevbeş derketibû.
Lê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Davut Çavuşoglu li Konferansa Asayişê Cîhanê ya Munchen gotibû: “Îran, hewl dide li Sûriye û Iraqê du dewletên Şîa pêk bîne. Ev yek cîhê metirsiyê ye û ewlehiya Rojhilata Navîn têk dide. Herwiha amanca Îranê jî lawazkirina Siûdiye û Behrênê ye.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî, bersîveke tund da Çavuşoglu û got: “Ew ên ku di xewnên imparatoriyên têkçûyî de ne, bi hewlên ne yasayî piştgiriyê didin terorîstan û destêwerdanê di nav welatan din de dikin, bila gotinên vala nekin. Ji ber ku wan niha li herêmê dijberî, dijminayî, bêewleyî rûda ye.”
Herwiha piştî serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bo Siûdiye, û Behrênê pêwendiyên di navbera Enqere û Tehranê de careke din têk çû, ku li Behrênê jî behsa siyaseta “Nationalisma Farisan” li Iraqê û Sûriyê hate kirin.
Her yek Enqere û Tehranê, di warên lojistîk, leşkerî, darayî û îstixbaratî de piştgîriyê didin aliyên nakok li Sûriyê.
K24
