• Sunday, 22 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê: Li Xaneqînê erebên sunnî li dijî Heşda Şeibî bûne yek

Gulan Media February 23, 2017 Nûçe
Berpirsekî PDKê: Li Xaneqînê erebên sunnî li dijî Heşda Şeibî bûne yek
Berpirsekî PDKê li devera Germiyanê dibêje, êdî mîna berê xelkê tevlî Heşda Şeibî nabin û erebên sunnî jî li dijî Heşda Şeibî bûne yek.

Berpirsê PDKê li bajarê Xaneqînê, Ceifer Şêx Mistefa ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, heyamekê li vê deverê gelek kes, çi kurdên şîe û sunnî çi jî erebên şîe û sunnî, tevlî Heşda Şeibî dibûn û piraniya wan jî ji ber belengaziyê dibûn çekdarê Heşda Şeibî.

Cefer Şêx Mistefa her wiha got, lê piştî fermandeyekî Heşda Şeibî hat kuştin her wiha çend kes ji wan hatin revandin û kuştin, êdî xelk tirsiyan û jê veqetiyan. Niha rêjeya tevlîbûna Heşda Şeibî pir kêm bûye.

Wî berpirsê PDKê da zanîn ku Heşda Şeibî bûye metirsî li ser deverê û got, ji ber wê jî erebên sunnî li dijî Heşda Şeibî bûne yek. Heşda Şiebî çekdarên DAIŞê dikin hêcet bo ku xwe nêzîkî Pêşmerge bikin lê Pêşmerge niha di amadebaşiyê de ye.

Basnews
Top