Şervanên HSDê derdora Reqayê bi temamî dorpêç kirine
Bi gotina fermandeyên HSDê, li eniya rojhilatê Reqayê, wan mihwerê Mekmen kontrol kirine û Reqa bi temamî dorpêç kirine.
Şervanên Hêzên Sûryeya Demokratîk dibêjin ku wan mihwerê el-Mekmen li gundewarên rojhilatê Reqayê kontrol kirine.
Bi gotina şervanên HSD, ev mihwer ku 3ê gundan û çend gundikan li xwe digre, bi alîkariyê balafirên hevpeymaniya navdewletî hatine kontrolkirin.
Yek ji Fermandeyê HSD Etela Şedîd el-Fedan wiha got: "Em niha êrîşê li Mihwerê el-Mekmen dikin. Me ji gundê Heba destpê kiriye û derdora 25 kîlometroyan pêşde çûne. Me bêtirî 3 gundan û 10 mezrayan rizgar kirine. Em niha berve Reqayê diçin."
Piştî qutkirina van zeviyên zuha dijwar, şervan li bendî fermanên nû yên pêşdeçûnê ne. Heta hatina dema rewşa amadebaşiyê, ew di rewşa bênvedanê de ne.
Fermande Bahoz Kor jî got: " Sê gund di demek kurt de hatin rizgarkirin, Gundên el-hezar, Riweyic, û Tirşan. Rê li ser DAÎŞ hat birrîn. Li Mihwerê Rojava 22 kîlometro mane. Me reqa ji hemû aliyan vr dorpêç kiriye."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, xeleke dorpêçê li ser bajarê Reqayê, ku Paytexta DAIŞê li Sûriyê ye, teng dikin, lê êrîşa li ser navenda bajêr û hewlên kontrolkirina wî girêdayî bazar û rêkeftinê aliyên herêmî û navdewletî ne.
Rudaw
