• Sunday, 22 February 2026
logo

ENKS: Pêşmergeyên Rojava ne beşek in ji Artêşa Azad

Gulan Media February 23, 2017 Nûçe
ENKS: Pêşmergeyên Rojava ne beşek in ji Artêşa Azad
Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtî û Serkirdeyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENKS) Hesen Salih ragehand ku, “Pêşmergeyên Roj ên ku, li Kurdistanê têne perwerdekirin ne beşekin ji Artêşa Azad a Opozîsyona Sûriyê.
Berî niha Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes Ebde li Munchênê piştî civîna wî ya bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re ragehandibû ku, Pêşmergeyên Rojava bi ser ENKS ve ne û beşek ji Artêşa Azad a Opozîsyona Sûriyê ne û pêwîst e vegerin Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîêtî û Serkirdeyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENKS) Hesen Salih bersiva Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes Ebde da û got: “Pêşmergeyên Rojava ne beşek in ji Artêşa Azad”
Salih da zanîn ku, ti pêwendiyên Pêşmergeyên Rojava “Leşkerên Roj” bi Artêşa Azad re nînin, tekez kir ku, ew hêzeke serbixweye û bo parastina navçeyên Kurdistana Sûriyê hatine damezrandin.
Hêza Pêşmergeyên Rojava “Pêşmergeyên Rojava” di 8ê Adara 2012an de li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin û ji wê demê ve li Başûrê Kirdistanê şerê li dijî DIŞIê dike.

Top