• Sunday, 22 February 2026
logo

Hinek partiyên Kurdistanî pirojeyekî bo Iraqê amade dikin

Gulan Media February 22, 2017 Nûçe
Hinek partiyên Kurdistanî pirojeyekî bo Iraqê amade dikin
Hinek partiyên Kurdistanî daxwaz dikin li Iraqê encumenek bo destpêkirina diyalogê di navbera tevahiya hêz û aliyên Iraqî de bê avakirin.

5 partiyên Kurdistanî, îro di civîneke rojnamevaniyê de pirojeya xwe ya avakirina encumena diyalogê di navbera aliyên Iraqî de eşkere kirin.

Piroje ji aliyê sekreterê Partiya Şûî ya Kurdistanê Kawe Mehmûd ve hat ragihandin. Di pirojê de daxwaz ji hemû aliyên Iraqî û Kurdistanî hatiye kirin tevlî encumenê bibin û hatiye gotin ku nûnerekî NY jî di hevdîtin û civînanan de wek çavdêr amade be.

Wan partiyan daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê jî kirine mûçeyê karmendan li ber çavan re derbas bike, çavkaniyên dahatê zêde bike û xizmetguzariyan nede sekinandin.

Ew partiyên ku pirojeya han amade kirine, ev in:

Partiya Şûî ya Kurdistanê

Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê

Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk ya Gelê Kurdistanê

Partiya Karkir û Kedkarên Kurdistanê

Basnews
Top