DAIŞiyê ku di Îstanbulê de 41 kes kuştibûn daxwaz kiriye ku kurên wî bibine xwekuj
Ebdulqadir Marharipova ku bi esil Ozbekistaniye û ser bi DAIŞê ye di girteyeke vîdeoyî de ku ketiye destên hêzên ewlehiyê de, sê roj berî ku çalakiyê komkujiyê di yaneya şervane de encam bide daxwazê li hevjîna xwe kiriye ku eger kurên wî mezin bibin bila rêya babê xwe bigirne ber xwe û bibine xwekuj, herwiha daxwazê li hevjîna xwe kiriye ku nebe asteng li pêşiya wan de.
Ew girteya vîdeoyî wek xatir xwestinê diyare, ji ber ku behsa vê yekê dike ku ev girteya vîdeoyî ya dawiyê ye û dibe ku bê kuştin.
Wî kesî piştî ku êrîş bire ser yaneya şevane di bajarê Îstanbulê de karî xwe derbas bike û nekeve destê polîsên Tirkiyê lê belê piştî 15 rojan di operasiyonekê de bi saxê di Îstanbulê de hate girtin.
Basnews
