Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê mukurhatinên grûpeke DAIŞê belav dike
Di daxuyaniyê de hatiye: “Serpereştê grûpê (Hawar Yûsif Xefûr) di riya tûra pêwendiyên civakî re bi hevkariya terorist (Şikar Pola) Pêwendî bi grûpa terrorist Eniya El-Nusra kiriye û çûye Sûriyê û li navçeya Çiyayê Tirkmenan bûye çekdar û nasnavê (Ebû Hemze) li xwe kiriye.”
Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kiriye “Li gor mukuhatinên terorist (Hawar) ku hizra wî ji DAIŞê ve nêzîk bûye, ji ber wê jî di riya tûra pêwendiyên civakî re pêwendî bi terorist (Keyfî Hemedemîn, yê naskirî bi navê Ebû Yasir) ku emîrekî DAIŞê li Hiwêce ye, piştî wê pêwendiyê vegeriye parêzgeha Helebce û grûpek ji hevalên xwe ava kiriye. Tevahiya wê grûpê ku “Beyhet” dane DAIŞê û biryara çûna nava DAIŞê dane. Piştre li ser daxwaza Ebû Yasir ji Helebce bo Mexmûrê birê ketine, da ku derbasî navçeya Hilwat ya di destê DAIŞê de bibin.”
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de ragihandiye “Piştî zanyarî û çavdêrîkirina bi hûrî yên tîmên lêkolîn û şopandinê, hêzên asayişê karîn di operasyonekê de li nêzîkî Mexmûr tevahiya endamên wê grûpê desteser bikin, berî ku karibin xwe bigihînin sînor DAIŞê.”
K24
