• Sunday, 22 February 2026
logo

Ezmûna leşkerî ya Brîtanya ji wezareta Pêşmerge re tê veguhestin

Gulan Media February 12, 2017 Nûçe
Ezmûna leşkerî ya Brîtanya ji wezareta Pêşmerge re tê veguhestin
Wezîrê berevaniya Brîtanya radigehîne ku ezmûna leşkerî ya welatê wan dê ji wezareta Pêşmergeyên hikûmeta herêma Kurdistanê re bê veguhestin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ve ragehand, ku îro 12.02.2017ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi amadebûna cîgirê serokê hikûmet û hejmarek wezîr û berpirsên Pêşmerge ve li gel wezîrê berevaniya Brîtanya Michael Fallon civiya.

Daxuyaniyê de hat gotin wezîrê berevaniya Brîtanya Michael Fallon kêfxweşiya xwe ya serdana herêma Kurdistanê diyar kiriye û spasiya gel û hikûmet û Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, ku navçeyên berfireh ji DAIŞê hatine paqij kirin û hejmarek zêde yê koçberên Iraqê pêşwazî lê hatiye kirin.

Wezîrê berevaniya Brîtanya amaje bi berdewamiya alîkariyên leşkerî yên ji aliyê wan ve bo Pêşmerge kir û ragehand, emê hewl bidin pisporî û şarezayiya xwe pêşkeşî wezareta Pêşmerge bikin û ezmûna xwe ya leşkerî bidin wezareta Pêşmerge.

Li gor daxuyaniya hikûmeta herêma Kurdistanê, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên Brîtanyayê kiriye û hêvî û daxwaza xwe ya hemahengî û berdewamiya peyvendiyên Hewlêr û Londonê aniye ziman.

Herwaha di civînê de Nêçîrvan Barzanî behsa peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê kiriye û ragehandiye: ‘’Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkên xwe li gel Bexdayê bi rêya dialog û gotûbêjan çareser bike.’’


Basnews
Top