• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterên kurd ji tirsa êrişa xwepêşanderên şîe vegeriyan Kurdistanê

Gulan Media February 11, 2017 Nûçe
Parlamenterên kurd ji tirsa êrişa xwepêşanderên şîe vegeriyan Kurdistanê
Beşek ji endamên kurd yên parlamentoya Iraqê, ji tirsa xwepêşandana alîgir û endamên tevgera şîe ya Sedir, vegeriyane Kurdistanê.

Îro li Bexdayê, alîgir û endamên tevgera Sedir xwepêşandan dikin û daxwaza guhertina qanûna hilbijartinan û hilweşandina komîsyona hilbijartinan ya Iraqê dikin.

Parlamentera kurd li parlamentoya Iraqê Sozan Bekir ji BasNewsê re got, nîvê parlamenterên kurd ji tirsa derketina aloziyan ji roja 9 vê mehê ve vegeriyane Kurdistanê.

Sozan Bekir her wiha got, hinek ji parlamenterên kurd jî ji ber karên xwe mane, piştî ku karên wan xilas bû ew jî dê vegerin Kurdistanê.

Xwepêşanderên tevgera Sedir par jî xwepêşandan kirin û êrişî Devera Kesk a Bexdayê kirin û derbasî nav parlamentoyê bûn, li hinek parlamenterên kurd dan, ziyanek mezin li parlamentoyê dan.

Basnews
Top