• Sunday, 22 February 2026
logo

Hêzên ewlekariyê gule berdana xwepêşanderan: kuştî û birîndar hene

Gulan Media February 11, 2017 Nûçe
Hêzên ewlekariyê gule berdana xwepêşanderan: kuştî û birîndar hene
Li paytexta Iraqê Bexdayê di dema xwepêşandanê de alozî derket û hêzên ewlekariyê gule berdane xwepêşandanan. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene. Herwiha kameramanê Rûdawê jî di dema aloziyê de wenda bûye.

Li çar aliyên Bexdayê bi deh hezaran kes îro ji bo xwepêşandanê li Qada Tehrîrê civiyan. Xwepêşanderan li dijî hikûmet û Komîsyona Bilind a hilbijartinan dirûşm qêriyan û xwestin herin Navçeya Kesk.

Di dema xwendina peyama Serokê Tevgera Sedir Mûqteda Sadir de di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşdanan de alozî derket.

Peyamnêrê Rûdawê Behmen Hesen ragihand, hêzên ewlekariyê gule berda ser xwepêşandan, gazên rondikrêj bikaranîne û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê me da zanîn, ku wî çavê xwe 2 kuştî û bi dehan birîndar dîtine û got; “Xwepêşander dixwazin Pira Komarî derbas bikin û herin nav Navçeya Kesk. Hêzên ewlekariyê bi ti awayî guh nadin gotin û daxwaziyên gel.”

Ji ber xwepêşandanê hêzên ewlekariyê li Navçeya Kesk a Bexdayê tedbîrên dund wergirtine, tank û çekên giran bicîh kirine. Herwiha piraniya wezîr, parlamenter û berpirsên hikûmetê jî ji navçeya Kesk hatine derxistin.

Parlamenterê kurd Mesûd Heyder jî ji Navçeya Kesk ragihand, ku niha li derdora navçeyê alozî hene, dengê teqînan tên.

Meha derbasbûyî Mûqteda Sadir bi daxuyaniyekê daxwaza guhertina sîstema hilbijartinan kiribû.

Rudaw
Top