Yekgirtû: Yusif Mihemed şaşîyek mezin kir
Mistefa Ebdulla endamê civata bicîhînanê ya Yekgirtûya Îslamî bo malpera fermî yê partîya xwe got: rewşa navxweya herêmê bi rengekî têkçûye ku her serkirdeyekê hewlek ji bo çarekirina rewşa herêmê bike, her alîyek dê li gorî ecênda û meremên xwe xwendinê bo bike.
Got jî: ew piştevanîyê li gotinên emîndarê giştî dikin, ji berku dema alîyên sîyasî negihiştine rêkevtinê û çi bedî nebûn, pêdvîye Barzanî berdewamîyê bi postê xwe bide, dîsan mafê wane rexneyan li şaşîyên serokê perlemanî bigrin, ji berku Yusiv Mihemed li kombûna 19 abê, şaşîyeka mezin kir.
War.tv
