Trump gazî Rûhanî kir: Hay ji xwe hebe!
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî duh di merasima 38emîn salvegera şoreşa Îranê de bersiva tehdîdên Amerîka yên ji ber ceribandina mûşekên Balistîk dabû û gotibû, yên Îranê tehdîd bikin dê poşman bibin.
Rojnamevanekî amerîkî duh gotinên Rûhanî ji serokê Amerîka Donald Trump pirsî. Trump got, bila haya wî ji xwe hebe!
Piştî ku Îranê mûşekên Balistîk ceriband, rayedarên Amerîka bi zimanekî tûj li dijî Îranê daxuyanî dabûn.
Herî dawî berdevkî Koşka Spî gotibû, bila Îran xwe nexapîne ji ber ku serokekî nû li ser kursiya serokatiya Amerîka rûniştiye.
Basnews
