ENKS: Bo me tişta herî girîng vegera hêzên pêşmergeye
Endamê rêveberiya ENKSê Seîd Omer di hevpeyvîneke xwe de got, “Vê mehê şandeka ENKSê dê serdana Amerîka bike û bi rêveberiya nû ya Amerîka re dê li hev kom bibin. Di hevdîtinan de mijara herî girîng bo me vegera Pêşmergeyên Rojova ne û heyeta ku çûyî dê bi wan re behsa vegera pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Rojava jî bike.
Seîd Omer her wiha got, pêşmergeyên Rojava ji keç û xortên Kurdistana Rojava pêk hatine û ji aliyê pisporên amerîkî ve li Kurdistana Başûr hatine perwerdekirin.
Wî berpirsê ENKSê da xuyakirin ku Amerîka pêşmergeyên Rojava wek hêza rewa ya Kurdistana Rojava dibîne û got, paşeroja wan pêşmergeyan ronî ye ji ber ku ew dixwazin Kurdistana Rojava biparêzin û niha jî li Kurdistana Başûr gelek qurbanî dane.
