• Sunday, 22 February 2026
logo

Fermandarekî Pêşmerge: Êdî rûyê rastî yê PKKê ji xelkê re eşkere bûye

Gulan Media February 10, 2017 Nûçe
Fermandarekî Pêşmerge: Êdî rûyê rastî yê PKKê ji xelkê re eşkere bûye
Fermandarê Pêşmerge li eniya Şingalê Hekar Muhsin dibêje, êdî xelk dest ji PKKê berdidin, ji ber ku rûyê wan ê rastî ji her kesî re eşkere bûye.

Emîd Hekar Muhsin ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, berdewam xelk ji nava refên PKKê vedqetin, lê li gorî yasaya PKK her kesek dest ji wan berde, jiyana wî dikeve metirsiyê, lê dîsa jî ew kesên ku ji wan vediqetin guh nadin wê metirsiyê, ji ber ku rastiya PKKê ji wan re eşkere dibe.

Wî fermandarê Pêşmerge her wiha gotiye, ew hênceta ku PKK dibêje ku qaşo ji bo parastina xelkê ew li Şingalê mane, qet ne rast e, ji ber ku ew tenê li Şingalê mane ku astengiyan li pêşiya avedankirina Şingalê derxînin. Hêzek bi navê Şingalê ava kirine û ji bo armanc û meramên xwe wê hêzê bikar tînin, ku bi vî awayî xelkê Şingalê dikevin metirsiyê de.

Fermandarê Pêşmerge li eniya Şingalê Hekar Muhsin daye zanîn ku Pêşmerge Şingalê diparêzin, lewma pêwîst nake ku PKK li vê navçeyê bimîne.

Basnews
Top