• Sunday, 22 February 2026
logo

Turkman dixwazin lîwayeka taybet di nava pêşmerge da hebe

Gulan Media February 10, 2017 Nûçe
Turkman dixwazin lîwayeka taybet di nava pêşmerge da hebe
Endamê mekteba sîyasî ya bereyê Turkmanî û serokê frakisyona bereyê Turkmanî li perlemanê Kurdistanê, daxwaza pêkînana lîwayeka Turkmanan ser bi wezareta pêşmerge ve kirîye, lê heta niha nehatîye pêkînan.

Aydin Merûf, endamê mekteba sîyasî ya bereyê Turkmanî û serokê frakisyona bereyê Turkmanî li perlemanê Kurdistanê, bo Anadol got: bereyê Turkmanî berî niha daxwaza pêkînana lîwayeka taybet bo Turkmanan ve ku ser bi wezareta pêşmerge ve be, kirîye, wezareta pêşmerge li ser daxwazîya wan razî bûye, lê heta niha nehatîye pêkînan.

Aydin Merûf da zanîn jî; Turkman pêkhateyeka mezin ya herêma Kurdistanê û Îraqê ne, berî niha digel heşda niştîmanî pişikdarî çend operasyonan bûne, lê pêkînana lîwayeka taybet bo wan, dê giringîya xwe hebe û pişikdarîya wê lîwayê di operasyonên rizgarkirina Mûsil û Telefer da, dê giringîya mezintir hebe.

War.tv
Top