Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa navçeyê bi giştî û proseya siyasî li Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de guftûgo kirin û balkişandin li ser bandora eger û pêşhatên piştî têkşikandina Da'îş ya li ser Herêma Kurdistanê.
Li vê hevdîtinê de li ber çav girtina derfet û gefan, tekez li ser girîngiya yekrêzî û yek helwestiya hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê kirin û hengavên çareserkirina kêşe û kêmasiyên Herêma Kurdistanê nirxandin û hevdû têgihîştin û hevramaniyan ji bo tevahiya pirsan û ji bo çareserkirina kêşeyan bi destpêkeke erênî zanîn ku bibê sedema başkirina rewş û debara xelkê Herêma Kurdistanê.
