Parlamentera kurda êzidî li Amerîkayê hat xelatkirin
Ev xealt yek ji gringitrîn xelatên mafê mirovî ye li cîhanê , Viyan Daxil ji ber rola xweya berevanîkirin ji kurdên êzîdî di dema êrişa DAIŞê de, li Konongirêsa Amerîka bi amadebûna endamên herdû partyên Amerîkayê Partiya Demokrat û Partiya Komariyan û bi amadebûna balyozan hat xelatkirin.
Piştî wergirtna wê xelatê, Viyan dexîl gotarek pêşkêş kir û têde raghand, di dema êrişa DAIŞê de bêtirî 6 hezar û 700 jin û keç û zarokên êzîdyan hatine revandin û li hemberî wan binpêkarî û destidrêjiya seksê hatine encamdan.
Herwiha Viyan Daxîl rexne li Serokê Amerîkayî Donald Trump girtin ku biryar dabû vîzayê nede welatiyên Iraqê û got, li gorî vê biryarê be, kesên ku bûne qurbanî û kesên DAIŞî weke hev in.
Viyan Daxil wiha got: “Ez ji welatê Iraqê hatime cem we, ji Kurdistana Iraqê hatime, welatê tije êş û azaran, miletekî bi salan di bin deshelata tûnd a diktatoriyeyê de xebat dikir. Vî miletî zulim, perîşanî û şer dîtiye. Piştî rola Amerîka ya rizgarkirina me ji sitemkariya diktatoriyetê, miletê me rastî terora Qaîde hat, ku hemû welatî cîhanê jî derdê Qaîdê kişandin. Niha jî em derdê terora DAIŞê dikşînin, yên ku ji bo tunekirina wan hun li kêleka me radiwestin.”
Daxil amaje kir ku şîe, sune, mesihî, şebek, tirkman û kurd ti kes ji zilma DAIŞê nefelitî û hemû alî bûne qurbaniyê rêxistinê û wiha domand:
“Di navenda Speicher de hezar 700 serbaz hatin şehîdkirin, ji xwe ji bo kesên ku nezanibin Speicher çiye, ew leşkerekî Amerîkî bû li wir hate kuştin lewma ji bo rêzgirtin û wefadariyekê ji bo wî, li wê navenda leşkerî navê wî lê kirin.
Şehîdên Spayiker, revandina jinên Şîe yên Til Eferê, komkujiya li dijî eşîreta Elbûnimr, koçberkirina mesîhî û Şebek, bi hezaran ji şehîdên Pêşmerge, hemû şahidê wê yekê ku teror me hemûyan kire armanca xwe.
Tevî karesta em têre derbas bûn, lê karesata Êzdiyan mezintir bû. Karesateke rasteqîne û jenosîdeke rasteqîne derheqê pêkhateyeke olî hate kirin, rast e ew ji kemîneyan e li Iraqê, lê ew eslê Iraqê ne.”
Endama Parlamentoya Iraqê ya kurda êzidî behsa serhatiyên kurdên êzidî yên li Şingalê kir û wiha pê de çû:
“Ji xelkê kevnar ên li ser axa Iraqê, zêdetirî 3 hezar zilamên êzdî di dema êrîşa çeteyên DAIŞê li ser gund û bajarên me di sala 2014an de hatin kuştin. Zêdetirî 6 hezar û 700 jin, keç û zarokên êzidî hatin revandin û binpêkirin li dijî wan pêkhat û destdirêjiya sêksî li hember wan hate kirin. Hatin îşkencekirin, weke ard di nav bazaran de hatin firotin, zarok ji dayikên xwe hatin cudakirin, keçên biçûk di bazaran de bi nirxên erzan hatin firotin. Êzîdiyeke biçûk bi çend dolaran dihate firotin, destdirêjiya sêksê li hemberî zarokên 9 salî li ber çavê malbatên wan dihate kirin. Destdirêjiya sêksê ya bi kom li hember hin ji wan hate kirin.”
Di beşekê di axaftina xwe de Viya Daxil destnîşan kir ku bi hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha 2 hezar û 800 jinên kurdên êzidî hatine rizgarkirin û got: “Hê jî derdora 3 hezar û 900 jinên êzidî di destê DAIŞê de ne. 420 êzidî li kampan dijîn. Ji sedî 80 gund û bajarên me wêran bûne. Bi dehan gorên komî yên êzidiyan hene.”
Rudaw
