• Sunday, 22 February 2026
logo

Fermandarek heşdî şeibî gef li hemwelatiyên Tilkêf dike

Gulan Media February 8, 2017 Nûçe
Fermandarek heşdî şeibî gef li hemwelatiyên Tilkêf dike
Fermandareke milîsên heşdî şeibî gef li hemwelatiyên bajarokê Tilkêfê ya parêzgeha Nînowa dike û mohlet dide wan ku 3 rojan de vala bikin.

Wekî ku di girteya video yî de jî diyare, fermandareke heşdî şeibî Eso Hebbe hejmarek hemwelatiyên bajarokê Tilkêfê komkiriye û gef li wan dike ku divê di heyama 3 rojan de bajarokê Tilkêfê vala bikin, ji ber ew navçe ya Mesîhiyane.

Berî naha çend wêneyekî Eso Hebbe ku fermandareke nêzîk li Ebu Mehdî Muhendisê kesê duyem ê milîsên heşdî şeibiye, di torên civakî de hatibû belav kirin, ku di wan wêneyan de îşkence li hemwelatiyên sunne yên bajarokê Felluce ya ser bi parêzgeha Enbarê dikir.

basnews
Top