• Sunday, 22 February 2026
logo

Tirkiye pêgehên HSDê topbaran dike

Gulan Media February 8, 2017 Nûçe
Tirkiye pêgehên HSDê topbaran dike
Artêşa Tirkiyê baregehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakurê Helebê toparan kir.



Di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de li bakurê Sûriyê, artêşa Tirkiyê li navçeyê Şêx Îsa, Til Rifet, Meranaz, Minix û Eyn Deqna baregehên HSDê armanc kirin.



Ji aliyê xwe ve jî, HSDê berisva êrîşên Tirkiyê da û li gor ajansên Rûsî ziyanên canî yên herdu aliyan hene, lê nehatine aşkerekirin.



Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî ya ku stûnê HSDê ye daxuyaneyek belav kir û tê de got ku, Tirkiyê di meha Sibatê de bi berdewamî êrîşên xwe li ser bareghên wan berdewam dike, lê ziyanên wan êrîşan aşkere nekiriye.



K24
Top