ROJAVA - Li Efrînê şer û topbaran
Çavkaniyeke taybet ji Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku hêzên Dijbereya Sûriyê şeva derbasbûyî li bajarokê Ezazê yê ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê, çend deverên derdora gundê Qitmê û bajarokê Şerran ên ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve bi giranî topbaran kirin.
Çavkaniyê navborî diyar kir, ku di heman demê de, hêzên Dijbereya Sûriyê navend û baregehên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li bajarokê Til Rifet û deverên Êyn Deqne û Merenaz topbaran kirin.
Li gorî çavkaniyê, di encamê de şer û pevçûnên tund di navbera şervanên HSDê û çekdarên dijbereyê de derketin.
Heman çavkaniyê destnîşan kir, ku şeva borî hin hêzên Tirkiyê, li gundê Dîkmedaşê derbasî nav axa herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûne.
Rudaw
