Amnesty: Di zîndana Şamê de 13 hezar kes hatine kuştin
Amnesty International di encama lêkolînên xwe yên salekê de raporek amade kir, ku ev rapor li ser mikurhatinên 80 şahid û berpirsên dadwerî yên berî yên Sûriyê hatiye amadekirin.
Rapora rexistina Lêborîna Navdewletî amaje bi wê yekê dike, ku di zîndana Seydnayeyê de komkujî jî hatiye kirin û ev yek jî tawana li dijî mirovahiyê ye.
Cîgira rêveberê beşa lêkolînên Amnestyê Lynn Maalouf derbarê vê yekê de ragihand, ku di encama lêkolînên wan ên salekî de eşkere bûye, ku di zîndana Seydnayê de de kuştinên bi kom çêbûne û di hinek bûyeran de 20, di hinekan de jî 50 kes bi hev re hatine kuştin.
Maalouf daxuyand; “Girtî ji zîndanan derxistine û ji wan re gotine em we vediguhezin girtîgeheke din. Lê ew birine û kuştine. Tenê çend çirke beriya kuştinê ji wan re gotine ku tên îdamkirin.”
Omer Şugre yek ji wan şahidan e, ku di girtîgeha Seydnayê de maye dibêje; “Di zîndana Seydnayê de nabe destê xwe li ser çavê xwe rakî û temaşeyê berpirsên zîndanê bikî. Dema ew dihatin divêya herdem destên te li ser çavên te bin. Eger bi xeletî jî te destê xwe kişandiba cezayê wî bêyî pirs kuştin bû.”
Li gorî rapora Amnesty Internationalê di navbera salên 2011 û 2015ê de li zîndana Seydnaye ya li bakûrê Şamê de 13 hezar kes hatine kuştin û piraniya wan jî kesên sivîl bûne.
Fermana kuştina wan jî ji aliyê cîgirên Beşar Esed û berpirsên bilind ên hikûmeta Sûriyê ve dihate dayîn.
Rapor amaje bi wê yekê dike, ku di zîndana Seydnayê de bi tundî êşkenceya bi sîstematîk tê meşandin.
Rudaw
