Rojnamevanekî tirk: Ocalan amade ye lê dewlet dibêje dema şer e ne diyalogê!
Rojnamevanê tirk û nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de gotiye, "Heta niha nayê zanîn hevdîtina rayedarên hikûmetê serokê Amerîka Donadl Trump re dê kengê were kirin lê her gava hevdîtin pêk were hikûmet dê li ser peywendiyên PKK û YPGê dosyayekê pêşkêşî Trump bike…”
Selvi behsa rola rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan di pêvajoya niha de jî kiriye û gotiye, ”Gelo di vê pêvajoyê de Îmralî cih digire? Ev demeke hevdîtinên navbera dewlet û Ocalan hatine rawestandin, Ocalan dixwaze hinek tiştan bike lê ji ber ku niha dema şer e ne dema diyalogê, Ocalan dê tevlî tiştekî nebe…”
Wî rojnamevanê tirk, ku kesekî nêzîkî hikûmeta AKP bi taybet serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e, di berdewamiya gotara xwe de gotiye: "Hikûmet ji aliyekî li benda hevdîtina Trump e li aliyê din jî ji bo şerê li dijî PKKê amadehiyên xwe yên biharê dike. Qesta dewletê ew e ku wekî operasyona Mertalê Firatê ya li Sûriyê, li Iraqê jî hêzek were bicîhkirin…Wisa xuya dike mehên Adar û Nîsana îsal dê tiştên kirîtîk biqewimin.
Li gorî Abdulkadir Selvi, têkiliyên PKKê yên li Iraq û Sûriyê bi Amerîka û hêzên navdewletî re nîşan didin ku PKKê Ocalan daye aliyekî! Her wiha piştgiriya Amerîka ya ji bo YPGê hevsengî serobino kiriye…
Basnews
