• Sunday, 22 February 2026
logo

Xelkê Mûsilê dixwaze ku Pêşmerge wan biparêze

Gulan Media February 7, 2017 Nûçe
Xelkê Mûsilê dixwaze ku Pêşmerge wan biparêze
Berpirsê Pêwendiyên Şaxa 14 ya PDKê Mihyedîn Mizûrî dibêje, “Piştî ku hêzên Heşda Şeibî derbasî nava bajarê Mûsilê bûne xelkê wê gelekî ditirsin ji kar û reftarên wan milîsên Şîe, herwiha dixwazin Pêşmerge wan biparêzin.”
Mihyedîn Mizûrî di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku: “Rast e aliyê rastê yê Mûsilê rizgar bûye, lê hêj rewş li wir jî aloz e û hêj bi temamî nehatiye paqijkirin, ji ber ku şaneyên veşartî yên DIŞIê hêj mane. Herwiha Heşda Şeibî derbasî nava Mûsilê bûye û vê yekê metirsî li ser xelkê Mûsilê yên Sune çêkiriye û gelekî ditirsin ku Heşda Şeibî zilmê li wan bikin.”
Mizûrî wiha dirêjî uyaniya xwe: “Xelkê Mûsilê bi ti awayekî bi hebûna Heşda Şeibî li Mûsilê razî nabin, lê newêrin dengê xwe bikin, ji ber ku hêj nû ji bin destê DIŞIê derketine. Xelkê Mûsilê daxwaz dikin ku Hêzên Pêşmerge biçin navçeyên wan û wan biparêzin.

Top