Ti kar û îşekî pkk li Şingalê nemaye
Semê Boselî diyar kir ku hebûna PKKê li Şingalê ji aliyê hin aliyên siyasî bi taybetî çend eniyên şîiyan ve li dijî Kurdistan û pêşkeftina Kurdistanê têbikaranîn û nabe PKK bi îş û kar li Şingalê bimîne û derfetê bide wan hêz û aliyên nehezên Kurdistanê ku PKK li dijî Kurdistan û doza reva ya gelê Kurd bikar bînin.
Boselî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Raste dema PKK hate Şingalê vê demê li Şingalê terorîstên DIŞIê hebûn lêbelê niha terorîst nemane û lazime PKK ji Şingalê derkeve.
Boselî tekez li ser vê yekê kir ku Bexda dixwaze PKK li Şingalê be jiber ku Bexda dixwaze PKK li dijî Kurdistan û pêşkeftina Kurdistanê bikar bîne.
