Yekemîn hêza pêşmergeyên ereb amade ye
Berpirsê Nivîsîngeha Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand, “Piştî ku ew navçeyên ser sînorê Başûrê Kurdistanê ji aliyê pêşmerge ve hatine azadkirin, nîştecihên wan herêman li ser daxwaza xwe beşdarî nav Hêzên Pêşmerge dibin. Niha li navçeyên Rebîe û Zûmarê lîwayek nû tê avakirin, ku ji 2 hezar pêşmergeyên ereb pêk tên.”
Elî diyar kir, ku hoz û eşîretên din ên herêmê jî dixwazin bibin pêşmerge û got; “Ne tenê ereb, krîstiyan, kurdên êzidî û şebek jî daxwazên xwe gihandine Serokatiya Herêma Kurdistanê û amadebûna xwe nîşan dane da ku bibin pêşmerge û herêmên xwe biparêzin.”
Nasir Elî da zanîn, ku ew hêzên bi awayek xwebexş li gel pêşmerge beşdarî şer bûne niha dixwazin bibin beşek ji Hêzên Pêşmerge.
Perwerdeya wan bidawî bû
Îro (07-02-2017) li bazgeha Xinisê ya li qezaya Şêxana Duhokê 954 pêşmergeyên ereb îro bi rêwresmê meşq û perwerdeya xwe bidawî kirin.
Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nesrî ragihand, “Li gorî daxuyaniya Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî ji sedî 90ê vê lîwayê erebên devera Zûmarê, Rebîe, Eyaziyeyê pêk hatine û ev pêşmerge dê Rojavayê Dîcleyê biparêzin.”
Peyamnêrê me da zanîn, ku dê erk û rênimaya vê hêzê dê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve bê diyarkirin.
Berdevkê Eşîretên Nînowayê Ehmed Hiwêd jî ji Rûdawê re got; “Ev hêz ji eşîrên Rojavayê Dîcleyê pêk tê. Di şerê DAIŞê de şhîd û qurbanî dan û dixwazin li hember çekdarên DAIŞê parastina devera xwe bikin. Me bi awayek fermî daxwaz ji Serok Barzanî kir da ku ji bo erebên herêmê lîwayek taybet bê avakirin. Serok jî qebûl kir.”
Hiwêd got, ku pêwendiyên eşîrên wan ligel kurdan pir baş in û pêşmergeyan jî ew li dijî êrîşan parastine.
Ehmed Hiwêdî daxuyand, ku niha nêzîkî hezar pêşmergeyan hatine perwerdekirin û dê di rojên pêşme de jî hezar pêşmergeyên din bên perwedekirin û hêzekî 2 hezar kesî bê amadekirin.
Rudaw
