Sekreterê Giştî yê rêxistina NY bersîva Serok Barzanî dide
Her wiha eve jî li nameya xwe da ji bo Serok Barzanî xistiye rû ku hemû aliyek li rûbirûbûnekî dijwar û dîrokî ya gefan û teror û hizra tundrewiyê dane û bi niyete welatan ji hevdû dûr bike. Eve jî ragihandiye ku ew bi xwe û rêxistina Neteweyên Yekgirtî hez dikin li gel Serok Barzanî kar bikin ji bo mîsogerkirina aştî li Herêma Kurdistan û Iraq û navçe û cîhanê da. Her li vê nameyê da Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dabînkirina aştî li Rojhilata Navîn bi erkekî dîrokî daye zanîn û ji bo vê mebestê jî dixwaze li gel Serok Barzan bi nêzîk û hevkar û hemaheng bê.
