• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir

Gulan Media February 6, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir
Roja dûşem 06.02.2017 li Selahaddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî Cîgirê Serok Komarê Iraqa Federal û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amadebû, serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê li şerê dijî terorîstên Da'îş de bilind nirxandin, her wiha ronahî xistin li ser rewşa meydanî ya operasyona azadkirina Musil û paşaroja parêzgeha Nînowa.

Li beşekî dinê vê civînê da behsa rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê kirin û hengavên dijayetîkirin û rûbirûbûna terorê li navçeyên cûda cûdayên Iraqê nirxandin.

Top