• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Hewramana Text ahenga Pîrşaliyar hat organîze kirin

Gulan Media February 4, 2017 Nûçe
Li Hewramana Text ahenga Pîrşaliyar hat organîze kirin
Duhli bajarokê Hewramana Text ya li Rojhilatê Kurdistanê ahenga Pîrşaliyar hate organîzekirin.
Duh weke her sal li bajarokê Hewramana Text ya li Rojhilatê Kurdistanê ahenga Pîrşaliyar ( yaku bi zemewen- deweta pîrşaliyar tê nasîn) bi beşdariya hijmareke gelek zêde ji şêniyên devera Hewraman, bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê û hijmareke mêwanên biyanî hate organîzekirin.
Ev ahenga han yaku ji aliyê Hewramiyan ve weke zemawena Pîrşaliyar tê nasîn her sal di destpêka demsala serma û zeqemê de bi taybetî di destpêka meha rêbendanê de dest pê dike û berdewamiya ahenga han jî di demsala Beharê de tê organîzekirin.
Pîrşaliyar, pîr û rênîşanderekî Hewramî ya ola HZ zerdeşt bûye û ji aliyê Hewramiyan ve hîn jî weke pîrozî û nirxeke nîştimanî tê parastin û hersal ev ahenga han jiber xatira Pîrşaliyar organîze dikin.
Di çarçoveya ahenga han de yaku sê rojan dom dike çendîn çalakiyên curbicur yên taybet tên pêkanîn.
Top