Aldar Xelîl: Eger pêşmerge derbasî Rojava bibin, dê şer derkeve
Serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji medyayeke girêdayî PYDê ve axifî û diyar kir ku li dijî derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo nav sînorê Rojavayê Kurdistanê ne.
Aldar Xelîl ragihand, ew weke qebûl nakin ku ew pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.
Aldar Xelil herwiha îdîa kir, ku Tirkiyê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li hev kirine ku li Rojavayê Kurdistanê hin herêm radestî wê partiyê werin kirin.
Li gor idîaya Aldar Xelîl, Tirkiyê hewl daye bi riya rêxistinên weke Cebhet El-Nusra bikeve Rojavayê Kurdistanê û dagîr bike, lê bi serneketiye.
Serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl dibêje, Tirkyê dixwaze ciwanên Rojava ku navê Pêşmergeyên Rojava li wan dikin, bibe cem xwe û wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.
Aldar Xellî diyar dike ku ew naxwazin şerê biratiyê bikin, lê belê gef xwar û got eger Pêşmergeyên Rojava derbas bibin, dê di navbera wan û pêşmergeyan de şer derkeve.
Rudaw
