Civata wezîran li dor çend pirsên giring kom dibe
Erşed Şiwanî peyamnêrê War li baregehê civata wezîran ragehand; civata wezîran li saet 10 sibê bi serpereştîya Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmetê û amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokê hikûmetê kombû û wesa biryare gotubêja sê tewerên serekî bên kirin, giringtirîn yek pirsa xercî û dahatîyê herêma Kurdistanê ye.
Peyamnêrê War da zanîn, di kombûna îro ya civata wezîran da, her yek ji wezaretên darayî, veguhestin û rewşenbîrî dê raportên xwe araste bikin.
Raporta wezareta darayî girêdayî xercî û dahatîyê herêma Kurdistanê ye ku di dawî kombûna civata wezîran da hatibû raspardin amade bike.
Herwesa wezareta rewşenbîrî jî dê raporta xwe li dorî nûkirina moletên kenalên ragîhandinê û vekirina kitêbxaneyeka Navdewletî araste bike, herwesa wezareta veguhestinê jî dê li dor çaksazîyê raport hebe.
Li gorî zanyaryên War, Qubad Talebanî cîgirê serokê hikûmê dê encamên kombûna doh ya digel lijneya çaksazîyê hemberî civata wezîran bike, dîsan dê raportekê jî li dor sîstemê bayometrî araste bike ku 15 meha şubatê bi dawî jivanê tomarkirinê hatîye dîyar kirin.
War.tv
