Civata wezîrên herêmê û desteya destpakîyê komdibin
Ferset Sofî endamê lijna çaksazîyan bo War ragîhandîye: ew lijneya bo çaksazîyan hatîye pêkînan, îro digel cîgirê serokê hikûmeta herêmê kom dibe, bi armanca gotubêj kirina pirsên dûvçûna gendel û gendelkaran, herwesa sizadana wan, digel mekanizma karê lijnê li qonaxa bê.
Ji alîyê xwe ve Hakim Enwer Ehmed, serokê desteya destpakîya herêma Kurdistanê ragîhand; li heftîya bê, dî raporta sala duhezar şazdê berhev be û got: rojane zanyarîyên nû li ser keysên gendelîyê digêje wan û kar jî li ser tê kirin.
Badeka weberhênanê şeş badekên din vekirine mîna dahatîyê giştî, mulkê giştî, neft û gaz, derman, zevî û heykelê hikûmetê.
War.tv
